CENTCOM: Li Girava Hargê 90 hedefên leşkerî hatin tunekirin

Fermandariya Navendî ya DYE’yê daxuyand ku di êrîşa li ser Girava Hargê ya ku noqteya stratejîk a hinardekirina petrola Îranê ye, zêdetirî 90 hedefên leşkerî hatin tunekirin.

Fermandariya Navendî ya DYE’yê (CENTCOM) ragihand ku hêzên DYE’yê li hemberî Girava Hargê ya Îranê êrîşeke hewayî ya "mezin û berfireh” pêk anîne. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tesîsên depoya mayinên deryayî, stargehên mûşekan û gelek tesîsên leşkerî hatin tunekirin, binesaziya petrolê nehatiye hedefgirtin.

Medyaya dewleta Îranê ragihand ku hinardekirina petrolê ji giravê bi awayekî asayî berdewam dike. Hêzên çekdar ên Îranê diyar kirin ku ew ê binesaziya petrol û enerjiyê ya aîdî şîrketên ku hevkariya DYE’yê dikin hedef bigirin.